Li Minbicê kamyoneke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Li Çerxerêya Mûdafaî ya Minbicê kamyoneke fêkiyan li cihê ku lê hatibû parkirin, hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi teqînê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê li cihê teqînê dest bi ewlekariyeke mezin kir. Têkildarî teqînê lêpirsîn hate destpêkirin. MINBIC