Di danê nîvro de li Minbicê çeteyekê êrîşkar li dijî welatiyên sivîl êrîşa xwekujiyê pêk anî. Di encama êrîşê de 6 sivîl birîndar bûn
Îro saet derdora 13.00’an de li ser rêya navdewletî ya li sûka El Meşiyê ya Minbicê, li nêzî noqteyeke derbasbûna erebeyan êrîşa xwekujî pêk hat. Hat zanîn ku kesê êrîşkar xwe di erebeyê de teqandî ye.
Li gorî agahiyên ji Minbicê, di encama teqînê de welatiyên sivîl ên bi navên Hisên El Hesen Ebûd, Mihened El Hesen, Ebdellah Seîd, Ebdilrezaq, Ebdellah Xelef û Mihemed El Casim birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Minbicê.
Têkildarî mijarê xebatkarên tenduristiyê agahî dan û destnîşan kir ku ji welatiyên bir3ındar rewşa kesekî giran e. MINBIC