Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Minbicê yekemîn dewreya havînê ya jineolojiyê

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (zanista jin) a herêma Minbicê, ji bo afirandina rêbazek jiyana hevpar a di navbera jinan de û bilindkirina asta fikrî, yekemîn dewreya havînê ya jineolojiyê vekir

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (zanista jin) a herêma Minbicê, ji bo afirandina rêbazek jiyana hevpar di navbera jinan de û bilindkirina asta fikrî, yekemîn dewreya perwerdeyê ya girtî ya havînê vekir. Dewreya perwerdeyê di 6’ê tîrmehê de li ser berava Çemê Firatê bi beşdarbûna 21 jinên ciwan ên ji bajarê Minbicê û gundewarên wê hate vekirin.

Dewre hefteyekî berdewam bike. Waneyên dewreyê ji hêla Navenda Jinalojî ya bajarê Minbicê ve tên diyarkirin.

Li gorî bernameya dewreyê waneyên girêdayî girîngiya dewreyê, jiyana hevpar, nasnameya jin û têkiliya wê bi xwezayê re tên dayîn.

Geşepêdana taybetmendiyên kesayetî

Dewreya perwerdeyê ya havînê rolek girîng di geşepêdana şarezayên jinên ciwan de dilîze. Her wiha dewre girîngî dide aliyên bedenî, derûnî û civakî jî.

Dewreya perwerdeyê geşepêdana taybetmendiyên kesayetî ya jinan, şarezayên wê û fêrkirina adetên rast armanc dike. Ev kamp yek ji saziyên perwerdeyê ku alîkariya mirov dike da ku hînkirinên xwe yên zanistî fireh bike.

Du bernameyên dewreyê hene, yek sibehan û yek êvaran e. Tevî lidarxistina pêşbirkan û pêşandana belgefîlmên girêdayî jiyana hevpar û jinê jî tên nîşandan.

Dîlan Berkel yek ji jinên ku beşdarî dewreyê bûne têkildarî dewreyê diyar kir ku ev gavek rast e ku şarezaya jinan xurt dike da ku jin xwe îsbat bike û pişta xwe nede kesekî

Çalakiyên çandî

Bi armanca pêxistina zanyariyên jinan, berpirsên dewreyê bernameyek dewlemend diyar kirine. Jinên ku perwerdeyên dibînin, serdana cihên dîrokî yên li bajêr û gundewaran dikin. Her wiha fêrî avjenî û hin karê destan dibin.

Li gorî bernameya dewreyê ya rojane, jinên perwerdeyê dibînin pirtûkan dixwînin û fêrî kardestiyan dibin. Mîna çêkirina wêneyan ji pelên daran, xêzkirina ser kevir û tabloyên ji heriyê.

Naskirina dîroka jinê

Hind Cinêd yek ji jinên ku beşdarî dewreyê bûye, destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê ev yekemîn dewreya havînê ye ku tê vekirin û ev tişt anî ziman: “Atmosfer ji bo  dayîna waneyan guncav e û xwezaya cihê perwerdeyê xweş e. Ew jî bi awayekî erênî bandor li derûniya jinan dike. Me fikrek nû nas kir ku berê me nizanîbû. Her wiha em fêrî rastiya jinê di dirêjahiya serdemên kevn de, heta dema nûjen, çawa xwe û malbata xwe birêve dibe, bûn. Tiştên ku di dîrokê de ji aliyê jinan ve hatine keşifkirin, nas dikin.” MINBIC

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar