Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Misirê ji bo ku PKK bi awayekî fermî bê naskirin doz hate vekirin

Welatiyê bi navê Mecdî El Kurdî ji bo ku PKK bi awayekî fermî li Misrê were naskirin, doz vekir. Di heman dozê de tê xwestin ku peymana aboriyê ya di navbera Misir û Tirkiyeyê de jî bê betalkirin

Li Misrê kesekî bi navê Mecdî El Kurdî ji bo betalkirina peymana aboriyê ya di navbera Misrê û Tirkiyeyê, li Qahîreyê dozek vekir.

El Kurdî di vekirina dozê de diyar kir ku ‘Ji ber ku di vê peymanê de Tirkiye di warê aborî de sûdeke mezin werdigire, aboriya Misirê xerab dike. Tirkiye van pereyan dike çek û bombe û alîkarîya komên terorîst dike. Ji ber vê jî tê xwestin ku bila Misir vê peymana aboriyê ya bi Tirkiyeyê bide sekinandin.”

Di dozê de hate diyarkirin ku Erdogan ne bi tenê li dijî ereban şer dike, ew li hemberî kurdan jî şer dike. Ji ber ku têkiliya kurdan û ya Misirê têkiliyeke dîrokî ye, dewleta Misirê her dem alîkarî daye kurdan.

El Kurdî bal kişand ser vî tiştî ku di dema borî de li dadgeheke Belçîkayê biryar hate stendin ku PKK ne partiyeke terorîst e, PKK ji bo mafên xwe yê sereke şer dike. Di vê dozê de ya li Misirê jî ev daxwaz hate kirin ku dewleta Misirê bi çavê tevgereke azadîxwaz li PKK’ê binihêre û wê wisa qebûl bike. Divê di dadgehê de biryar were stendin ku PKK tevgereke azadîxwaz e û bi fermî têkilî bi PKK’ê re were danîn, ji bo PKK’ê buroyek jî dikare were vekirin.

Dadgehê ev doz qebûl kiriye. Dê rûniştina dozê di 10’ê sibatê de were kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar