Li herêma Sînaya Bakur a Misirê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di encama êrîşê de 8 polîs û 5 êrîşkar mirin
Wezareta Karê Navxweyî ya Misirê diyar kir ku li hemberî benda kontrolê ya li rojavayê bajarê El Arîşê (Bajarê navendî yê Sînaya Bakur) ya polîsan êrîş pêk hatiye. Wezaretê diyar kir ku di şer de 5 êrîşkar hatine kuştin û 8 polîs jî mirine.
Hê kes li çalakiyê xwedî derneketiye. Li Sînaya Bakur a ku li ser sînorê Xeta Xazeyê ye, di navbera gel û rêveberiya navendî de her dem alozî heye. Şaxek çeteyên DAIŞ’ê li herêmê çalak in. Artêşa Misirê diyar dike ku gelek çete tên kuştin lê agahiyên dîtir nade. Li gorî daneyên fermî ji sibata 2018’an û heta niha 650 ‘terorîst’ û 50 leşkerên ji Misirê mirine. Sînaya Bakur ji aliyê artêşê ve dora wê hatiye girtin û destûr nayê dayîn ku rojnamegerên serbixwe têkevin qadê. QAHÎRE