Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Li Mitroviça Kosovayê tirkî bû fermî, lê kurdî!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji ber ku li şaredariya bajarekî Kosovayê (Mitroviçê) zimanê tirkî fermi hatiye pejirandin, hem parlamenterê tirk ê wî bajarî Enis Kervan û hem rayedarên dewleta tirk vê bûyerê weke destkeftinek mezin didin nîşandan û pêsnê nijadperestiya xwe vedidin. Jixwe em zanin hinek mînakên din ên tirkan û ên hinek gelên cîhanê din jî yên wisa hene. Mînaka Qibrisê; dewleta tirk parçeyek ji Qibrisa giştî cuda kiriye û navê wê kiriye Dewleta Komara Tirk a Qibrisa Bakur. Ji bilî dewleta tirkan, yek dewletek din jî ev dewleta nepejirandiye! Lê ji bo gelê Kurdistanê, di serî de dewleta tirk her çar dewletên mêtinger, tehamûla wan ne ji federaliyê re, ne ji xweseri û ne jî serxwebûnê re heye û ji derveyî van statuyana, ji hebûna nav û zimanê kurd jî re razî nabin!

Eha em bala xwe bidinê, ka ji bo hinek destkeftiyên kurdan çi digotin, çi dikirin û çi dikin?

Li ser Federaliya Kurdistanê ya Başûr çendîn nerazîbûna xwe nîşan dida û bi taybetî jî li ser hilbijartina Kerkûkê ya ku di armanca wê de serxwebûna Kurdistanê dihat axaftin, çendîn hêrs bûn û çendîn gefên êrîşkirinê xwarin, ji bîra me neçûye.

Her wiha dema li Rojava jî zemîna federaliyê an jî xweseriyê derket holê, R.Erdogan çendîn gef dixwar hîn nehatiye jibîrkirin. Û digot; “em carek din şaşiyek mîna Başûr nakin û li vira jî statuyek kurdan a wisa mîna Başûr îradeyek kurdan a xweser an federalî qebûl nakin” û hwd!

Ti dewlet, li dijî vê siyaseta malxerab a dewleta tirk hilwestekê nîşan nadin. Nabêjin “va ye 50 milyon kurd hene, hema li Bakur tenê 25 milyon kurd hene, tu ti mafên nasnameya wî yan zimanê wî nasnake, belê ti dewletê ji çend hezar kesên ku piraniya wan te biriye Qibrisê û tu wan weke dewlet radigihine raya giştî cihanê, tu pesnê deskeftina ziman ji 17 hezar tirkên Mitroviça Bakur a Kosovayê dide” û hwd.

Hijmara tirkên li Kosavayê ji %1 e, belê bi tenê hijmara kurdên li Bakur %30 ye. Erê mirov dikare mafdariya û kêfxweşî gelê tirkên wir rast bibîne, lê sixtekarî û durûtiya dewleta faşist û kurdkuj a tirk!

Parlamenterê tirk ê Mitroviçê Enis Kervan, ji bo biryara mafdayîna zimanê tirkî ya fermîbûnê, pesnê meclisa şaredariya vî bajarî dide û kêfxweşiya xwe dide xuyakirin.

Ma gelo nizane ku meclisên dewleta wî ya tirkan, çi biryarên nijadperest û faşîzan ji bo şaredarên kurd û ziman û çanda kurd distîne û çi tîne serê siyastmedar û şaredarên kurd?

Îca ne tenê dewleta tirk û partiyên wan ên faşîst in, belê hinek kesên mîna Yilmaz Ozdil ên ku xwe demokrat nîşan didin jî, bi heman zimanê dewletê êrîşî rûmeta gelê Kurdistanê dikin.

Bi navê “Pirsgrêka 3 Gewdeyan”, di Netflisê de van rojên dawî rêzafilmek tê weşandin. Di vî filmî de, ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî ve  gerîlaya jin a Kurd Leyla Ariç jî, yek ji 3 kesên ku wê cihanê rizgar bikin hatiye nîşandan.

Her 2 kesên din; yek çînî ye û pisporê dîroka cengê ye, ya duda îngilîz e û fiziknas e.

Îca Yilmaz Ozdil, ji nîşandayîna vê pesindariya jina gerila ya Kurd ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de, bi taybetî jî li REQAYÊ gelek qehreman bûye, pir hêrs ketiye û êrîşî şervana leheng a Kurd dike! Li goreyî zihniyeta wan a faşîzan, mafê qehremaniyê bi tenê ji tirkan re heye, Kurd ne layiqî qehremaniyê ne!

De fermo, li vê rezîltiya kesên wisa ku weke çepgir û demokrat tên nasîn temaşe bikin!

Belê wisa diyar dibe, ew daxwiyaniyên Rêber APO yên di paradigma wî de hatibûn destnîşankirin ku hem di şoreşa Kurdistanê de û hem bi giştî di pêşxistina civaka gerdûnî de jî rola jinê ya pêşengiyê, gav bi gav cîbicî dibe û xwe bi raya giştî cihanê jî dide pejirandin.

Dewletên nijadkujên mêtinger û kurtêlxurên wan çi bêjin û çi bikin bila bikin, êdî rawestan û paşvezîvirandin li karwanê neteweyî û navneteweyî yên şopdarên vê felsefeya Rêber APO nabe, wê her bi pêşve biçe û her bi serkeve!

Mînakek hêja û balkêş a herî dawî jî deskeftinên hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an bûn û hema li pey wê berxwedana bi biryar a gelên Kurdistanê û bi taybetî ya bajarê Wanê bû.

Bi vê berxwedana bi biryar, siyaseta qeyûman derbeyek mezin xwar û li Kurdistanê pişta siyaseta qirêj hat şikandin û gelê Kurdistanê qezencek hêja bi dest xist.

Nûçeyên Têkildar