Li bajarê Munsterê yê Almanyayê Meclisa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû
Li bajarê Munsterê yê Almanyayê yekem car kongreya jinê pêk hat û Meclisa Jinê ava bû. Bi wesîleya salvegera şehadeta ‘Sosyalîst Şîlan’ (Muzeyyen Palabiyik) navê wê li meclisê hate kirin.
Di kongreyê de jinan îşaret bi kesayetiya sempatîk û berxwedêr a Palabiyik kirin û wiha gotin: “Em hemû têkoşîn û keda wê nas dikin; em dixwazin di têkoşîna xwe de xwedî li navê wê derkevin.”
Her wiha di kongreyê de berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin û hate diyarkirin ku divê birêxistinbûnê ji berxwedanê re bibin bersiv. MUNSTER