Li Musulê ferîbota rêwiyan li çemê Dîcleyê noqî avî bû û herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Musulê ya Iraqê ferîbotek rêwiyan li çemê Dîcleyê noqî avê bû. Hat diyarkirin ku li ferîbota ku zêdetirîn 100 rêwî hebûn, gelek kes jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya Reutersê herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest daye. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dan jin û zarokên ku avjeniyê nedizanî bûn.
Serokê Îdareya Parastina Sîvîlan a Musulê Husam Halîl diyar kir ku li herêmê xebatên rizgarkirinê hatiye destpêkirin û heta niha 12 kes hatiye rizgarkirin û got ku bi dehan jî birîndar hene.
Ekîba rizgarkirinê û welatiyên herêmê, xebatên xwe yên rizgarkirinê didomînin.