Di saetên serê sibehê de li Efrînê teqîneke mezin pêk hat. Têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin
Li navenda bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê de ye, di saetên serê sibehê de teqîneke mezin pêk hat.
Têkildarî mijarê çavkaniyên ji herêmê agahî dan û destnîşan kirin ku teqîn li navenda bajêr pêk hatiye. Lê der barê encamên teqînê de heya niha agahiyên berfireh nehatine bidestxistin. EFRÎN