Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin

Erdheja li Bazarcixa Mereşê ya bi pileya 7,7’an, li gelek bajarên Kurdistanê bû cihê rûxandineke mezin. Erdhejên li dû hev du çêdibin li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê bû cihê karesateke mezin. Em Ajansa Mezopotamyayê ku ewil gihaştin navenda erdhejê Bazarcixê, me texrîbata li navçeyê, sekinandina cenazeyan li korîdorên nexweşxaneyê û mexdûriyeta welatiyên di bin kavilan de li cihê cih raçav kir. Tiştên li vê navenda erdhejê diqewimin, li cihekî 20 kîlometre dûrî navçeyê bi derfetên kêm tên ragihandin.

Ekîba ewil piştî 15 saetan hat navçeyê

Ekîbên AFAD’ê û makîneyên karî saet di 19.00’an de hatin navçeyê. Çendî Bazarcix navenda erdhejê ye jî, ekîbên hatine heta niha li vir li 4 avahiyên hilweşiyayî dest bi xebata lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Ekîbên AFAD’ê ku tenê li Kolana Handosê ya navçeyê dest bi xebatan kirine, li avahiyeke ku qatên wê yên navê hilweşiyane bi awayê qulkirinê dixebitin.

Ekîbên ku dane êvarî hatin avahiyeke hilweşiyayî ya li Taxa Ahmet Bozlakê, hewl didin 3 kesên ku tên gotin di bin kavilan de ne xelas bikin.

Ekîbên ku xwe gihandine qata 4’an a avahiyê, ji vir birîndarekî xelas kirin. Welatiyê ku hê jî tirsa erdhejê li ser wî ye û birîndar e, li kuçeya ku avahiya malbata wî lê ye sekiniye. Her wiha li heman kuçeyê li 3 avahiyên din jî xebatên ronîkirinê û lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Her wiha li gelek avahiyên hilweşiyayî ku gelek kes di bin kavilên wan de ne hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin

Cenaze li korîdorên nexweşxaneyê ne

Li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê jî ku nû hatiye çêkirin texrîbatek mezin çêbûye. Lê dîsa jî li nexweşxaneyê xizmet didome. 60 cenazeyên extiyar, ciwan û zarokan ên ji bin kavilan hatine derxistin di nava betaniyan de li korîdorên nexweşxaneyê hatine sekinandin. Serbijîşkê nexweşxaneyê ku me hevdîtin pê re kir, heta niha nêzî 300 serlêdan hatine kirin. Serbijîşk da zanîn ku heta niha li navçeyê 60 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku tenê xizmeta kesên birîndar dikin. Gava serbijşk ev tişt radigihandin mirî û birîndar hê jî dihatin veguhastin. Her wiha gelek extiyar jî li korîdorên nexweşxaneyê ji bo dermankirina sekinîne.

Hê jî kon nehatine

Hê jî gelek kes li derdora nexweşxaneyê ne û gelek kes jî di wesayîtên xwe de û di qamyonetan de ne ku ser wan bi brandayan girtine . Li navçeyê tenê wesayîteke mobîl a li ber qeymeqamtiyê çay biskuvît û şorbeyê belav dike. Heta niha kon û zexîre negihaştine navçeyê. Li navçeyê ku hemû kargeh girtî ne, mexdûrên erdhejê dest nedane berekî marketan jî.

Gel bi gilî û gazinc e: Qey rojnamevan tune ne?

Welatiyên ku di bin şiliyê de ne, ji ber xetereya hilweşandinê nakevin bin sivernekên avahiyan jî. Welatiyên ku di vê sar û seqemê de xwe li ber agirê êzingan germ dikin, bertek nîşanî guhnedêriya rayedaran didin. Hemşîreyên li nexweşxaneyê jî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ma qey rojnamevan tune ne? Navenda erdhejê ev der e, lê kes eleqedar nabe. Hebe tune be bajarên derdorên. Ne alîkarî ne jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê şandine vira.”

Her wiha dane êvarî du wesayîtên AFAD’ê û du makîneyên karî berê xwe dan navçeya Golbaşi ya Semsûrê.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar