Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Li Newala Qesaban bêrêzî tê kirin

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû bertek nîşanî çêkirina vîlayên luks ên li Newala Qesaban ku gelek gorên komî lê hene da û wiha got: “Bi hevkariya îktîdar-sermayeyê li ser hestiyan mal tên avakirin.”

Gelek kurd û ermenên di encama êrîşên dewleta tirk de hatin kuştin li Newala Qesaban a Sêrtê  bi awayekî komî hatibûn veşartin. Şîrketa War Yapi niha li Newala Qesaban bi sedan vîlayên luks ava dike. Gelemperiya vîlayan ji hêla polîs, leşker û AKP’iyan ve hatine kirîn. Gelek caran reklama van vîlayan tê kirin û ji bilî kesên dixwazin vîlayan bikirin, nahêlin tu kes nêzî wê herêmê bibe. Şaredariya Sêrtê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji bo devera vîla lê tên çêkirin rêyan çêdike. Tê payîn ku piştî avakirina vîlayan bi dawî bû, dê li herêmê AVM’yeke nû were çêkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglû ji bo rawestandina înşaetan di 13’ê nîsana 2022’yan de hatibû herêmê lê belê ji hêla polîsan ve hatibû astengkirin. Gergerlîoglu got ku vîlayên heyî bi hevkariya sermaye-îktîdarê tên çêkirin û ev tişt anî ziman: “Ev der di wijdana gel de cihekî qirêjî ye. Tê zanîn ku li wê derê hestî hene, karên qirêjî tên kirin û bîranînên xerab hene. Li vê derê vîlayên luks tên çêkirin û hewl didin bi ser vê rastiyê bigirin.”

Bi domdarî Gergerlîoglû destnîşan kir ku rûniştina di avahiyên ser goristanan hatine çêkirin “bêwijdanî” ye û wiha pê de çû: “Wijdanê mirov qebûl nake. Gelo kesên li wir rûdinin dê jiyana xwe çawa bidomînin? Ji ber ku ev avahî li ser goristanan hatine çêkirin. Li vê derê gelek çîrokên qirêjî hene. Wijdana civakê vê qebûl nake. Dê ji hêla wijdanî ve nerehet bibin. Banga min ji bo kesên dixwazin li vir rûnin ew e ku li vir rûnenin.”

‘Em ê li gel malbata bin’

Gergerlîoglû diyar kir ku divê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbat bi awayekî koordîneyî li dijî vê têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Di serdema îktîdara AKP-MHP’ê de êrîşên li dijî cenazeyan zêde bûn. Karesata Goristana Kîlyosê hêj nehatiye jibîrkirin. Drama malbatan didome. Mirov ji bo ku hestiyên xizmên xwe wergirin têdikoşin. Ev yek ji hêla mirovahiyê ve şermeke mezin e. Di dema definkirina cenazeyên kesên li girtîgehan an jî derveyî welat jiyana xwe ji dest dayîn de êşê bi malbatan didin kişandin. Bêrêziyeke pir mezin heye. Muameleyek pir bêwijdanî li malbatên dilêş dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezintir bikin. Divê em êşa malbatan parve bikin û bi wan re bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar