PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li nexweşxaneya dewletê fihûş!

Derket holê ku li Rihayê 5 zilamên ku li beşa Zanînkirariyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan de dixebitin, bi jina kerr fihûş dan kirin

Zilamên bi navê C.Î., A.Ç, N.A., F.R. û K.Ç. ên temenê wan di nava 30 û 40’î de ku li beşa Zanînkirariyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan dixebitin, bi jina kerr fihûş dan kirin. Personel û 4 kesên pê re ku agahiyên ragihandinê yên jina weke nexweş qeyda xwe çêkir, bi hevalên xwe yên mesaîyê re parvekirin, jina kerr bi awayekî sîstematîk û bi darê zorê fihûş pê dane kirin.

Bûyer, piştî ku di 12’ê nîsanê de di nava personelên hin polîklînîk ji bo fihûşê bikardianîn de niqaş derket, derket holê.

Li gorî agahiyên ku ji personelên nexweşxaneyê hatin bidestxistin, piştî ku bûyer derket holê rêveberiya nexweşxaneyê ewil got ji personelan C.Î., A.Ç. û N.A. bi destûr in, li gel bertekan pişt re ragihan ku derbarê C.Î., A.Ç. û N.A. de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat îdiakirin ku rêveberiya nexweşxaneyê kesên ku tev li bûyera fihûşê bûne diparêze û xwestine C.Î., A.Ç. û N.A. li Nexweşxaneya Tenduristiya Diran û Dev a Karakopruyê peywîrdar bikin.

Li Rihayê di nava salekê de bûyerên tundiya zayendî ku personelên nexweşxaneyê tevlibûne zêde dibin. Par keçek û dayika wê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubiyeyê dihatin dermankirin rastî êrîşa zayendî ya 2 peywîrdarên ewlehiyê hatibûn û piştî ku bûyer hat bihîstin, her du kes li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan hatibûn peywîrdarkirin.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê / Emrûllah Acar

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar