PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Nîjeryayê gelek leşker û milîs hatin kuştin

Li Nîjeryayê di êrişên çeteyên Boko Haram de leşker jî di nav de zêdeyî deh wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniya rayedarên Nîjeryayê, li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê welêt ku li ser sînorê Kamerûnê ye û çeteyên Boko Haram lê çalak in, du êrişên cuda pêk hatin.

Ji berdevkên hêzên milîs ên nêzî hikumetê Babakûra Kolo ragihand ku herî kêm 7 endamên wan di encama teqîna mayineke çeteyên Boko Haram de jiyana xwe ji dest dan. Kolo diyar kir ku di êrişa doh de gelek endamên wan jî birîndar bûn.

Li gorî hin çavkaniyên ku ji AFP’ê re axivîn, di êrişeke din a bi mayinan de ya li sînorê Kamerûnê herî kêm 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê ji ber êriş û şerê ku sala 2009’an dest pê kir herî kêm 36 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar