Navenda Nûçeyan |
Zext û zordariyên dewleta tirk a li dijî gelê kurd berdewam e. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsên dewleta tirk îro li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de girt.
Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan a li Nisêbînê de welatiyên bi navên Şoreş Saltikalp, Engît Aykut, Mehmet Emîn Nergîz û Namet Dogan û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan jî weke ‘Di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2015-2016’an de tev li çalakiyan bûne’ hate nîşandan.
Der barê dosyaya binçavkiriyan de biryara nepeniyê hate dayîn. Hevdîtina binçavkiriyan a bi parêzerên wan re jî heta 24 saetan hate qedexekirin.
Her wiha li navçeya Pirsûs a Rihayê jî di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Maslum Asaf Çevîk, Osman Ozlu û 2 kesên navên wan nehatine hînbûn hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes li ser îxbara kesekî hatine binçavkirin.
Welatiyên bi navên Mehmet Tavas û hevjîna wî Kiymet Tavas jî bi heman îdiayê hatibûn binçavkirin. Her 6 welatiyên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê tên ragirtin.