Polîsan duh êvarê bi ser maleke li ser Cadeya Sakarya ya li taxa Selahadîn Eyubî ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de girtin. Di dema serdegirtinê de li mala ku piştî dengên çekan dengê teqînê hat, jineke ku hat diyarkirin endama HPG’ê ye jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de kesek jî birîndar hat dîl girtin. Piştî bûyerê polîsan li navçeyê bi ser gelek malan de girtin.
Hin malên ku polîs ketinê tevî vala bûn jî lêgerîn hat kirin û tiştên li malan hatin belavkirin. Deriyên malan ên ku bêyî xwediyên wan hebin hatin şikandin, pişt re hatin qeynaxkirin.
Hat diyarkirin ku mala bûyer lê qewimî ye mala Bedîa Adiguzel e. Adiguzel piştî bûyerê hat binçavkirin.
Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehate zanîn rakirin morga nexweşxaneyê, nehate zanîn ku kesê/a birîndar dîl hatiye girtin û Adiguzel birine ku derê.