Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Li Norwecê cara pêşîn du kurd ketin meclisê

Li Norwecê koalîsyona çepgir di hilbijartinan de bi ser ket û cara pêşîn du kurd ketin meclisê

Mûxalefeta çepgir a ku Jonas Gahr Store ya Partiya Karkeran jê re pêşengtî dikir, di hilbijartinên Norwecê ya roja duşemê de bi ser ket û dawî li desthilatdariya rastgir a 8 salan anî.

Tê payîn ku dê Jonas Gahr Store di demên pêş de bibe serokwezîr.

Hate ragihandin ku mûxalefetê ji nav 169 kursiyan, 100 kursî stendine. Ev jî têr dike ku koalîsyona mûhafazakar a Erna Solberg ji hikûmetê were xistin.

Di vê hilbijartinê de Seher Aydar ji Partiya Sor ji rêza duyemîn û Manî Huseynî jî ji Partiya Karkeran ji rêza pêncemîn ketin meclisê. Cara pêşîn e ku li Norwecê du kurd dikevin meclisê.

Malbata Seher Aydar a welatparêz ji Konyayê koçî Norwecê kiriye. Aydar demek dirêj di nav tevgerên jinan de, di saziyên civakî yên û yên li dijî nijadperestiyê de xebitiye. Aydar soz dabû ku wê bibe dengê hemû kurd, bindest, têkoşîna mafdar a gelên Kurdistanê û wê li dijî şer, faşîzm û dagirkeriyê têbikoşe.

Huseynî yê ku ji herêma Akershûs a Osloyê di rêza pêncemîn de kete meclisê, nêzî 23 sal berê tevî malbata xwe ji Rojava koçî Norweçê kiriye. Li Zanîngeha Osloyê di Fakulteya Xebatên Siyasî de mezûn bûye û piştre di siyasetê de çalak bûye. Huseynî diyar kiribû heke ew bibe parlamenter ew ê bala siyasetmedarên Norwecê bikişîne ser hevgirtina bi gelê Kurdistanê re. OSLO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar