Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Nurnbergê wêneyên li ser Kobanê

Hunermendê Îsmaîl Mamle, li bajarê Nunrbergê têkildarî berxwedana Kobanê pêşangeh vekir û Mamle balkişand ser berxwedana grevên birçîbûnê

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Mamle, li bajarê Nunrberg yê Almanyayê, li ser berxwedana Kobanê pêşangeheke wêneyan vekir.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe serdana pêşangehê kir. Şiyar Xelîl ku 44 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, di pêşangehê de axivî û got, “Di vê demê de divê her kes destê xwe dayne ser wijdanê xwe, bes bêdeng bimîne û xwedî li berxwedanê derkeve. Her kesê ku ji xwe re dibêje, ‘Ez mirov im’ divê xwedî li berxwedanê derkeve. Gelê kurd bi taybetî kurdên li Ewropayê divê berxwedanê mezin bikin.”

Îsmaîl Mamle di merasîma vekirina pêşangehê de got, “Di dema êrişa barbarên DAIŞ‘ê de berxwedaneke mezin hate nîşandan û Kobanê hate rizgarkirin. YPG, YPJ’ê berxwedaneke mezin kirin. Bi taybetî jinan, YPJ’ê bi xurtî li ber xwe da… Vê berxwedana mezin dawî li DAIŞ´a barbar anî. Me pêşangeha ji wêneyên vê berxwedanê îro li vir vekir. Divê her kes wêneyên vê berxwedana mezin bibîne.” NURNBERG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar