Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Ocalan 3 meh cezayê hevdîtinê hatiye birîn

Buroya Hiqûqê ya Asrinê duh rapora xwe ya tecrîda li Îmraliyê parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku Lijneya Înfazê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, bêyî ku hincetekê nîşan bide li Ocalan ji 2’yê çileya sala 2019’an ve 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re biriye

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên bi navên Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim a li Îmraliyê berdewam e. Derket holê ku Lijneya Înfazê ya Midûriyetea Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, ji bo serdanên malbatên Ocalan, Konar, Aktaş û Yildirim, ji 2’ê çileya sala 2019’an ve, 3 mehan hevdîtin qedexe kiriye. Lijneya Disiplînê biryara der barê Ocalan a 2’yê çileya 2019’an di 31’ê çileya 2019’an de û ya der barê girtiyên din de jî di 1’ê sibata 2019’an de teqez kiriye. Parêzeran xwest ku dosyaya der barê biryarê de lêkolîn bikin û xwe bigihînin naveroka dosyayê. Lê Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê daxwaza parêzeran red kir.

Buroya Hiquqê ya Asrinê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku biryara der barê muwekîlê wan Ocalan, Konar, Aktaş û Yildirim de di 2’yê çileyê de hatiye dayîn. Buroyê da zanîn ku lijneya disiplînê bi vê biryarê 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatan re li muwekîlê wan birîne. Buroyê da zanîn ku biryara hatiye dayîn teblîgî parêzeran nehatiye kirin û ev tişt destnîşan kir: “Me weke parêzerên muwekîlan, ji bo kar û barên hiqûqî yên der barê biryarê de nivîs şand û xwest ku dosya û biryarê teblîgî wan bike. Lê ev daxwaza me hate redkirin. Ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta niha mafê muwekîlê me yê hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Piştî 5’ê nîsana sala 2015’an, tenê di 11’ê îlona sala 2016’an û di 12’ê çileya sala 2019’an de agahî jê hatiye girtin. Ji muwekîlên me yên ku şandine girtîgeha Îmraliyê jî ji adara sala 2015’an ve agahî nayên girtin.”

‘Pêkanîn kêfî ne’

Di berdewamê de jî buroyê destnîşan kir ku bi vî cezayî tecrîda heyî bêhtir hatiye kûrkirin û ev tişt tên diyarkirin: “Der barê van biryaran de me serlêdan kir. Lê serlêdan û daxwazên me bi awayekî bêhiqûqî hatin redkirin. Ev jî nîşan dide ku pêkanînên li Îmraliyê û pergala tecrîdê li dijî hiqûqê ye û kêfî ye. Mafên bingehîn ên hevdîtina bi malbatê re û yên ragihandin, agahdarkirin û jiyanî hatine astengkirin. Em van pêkanînên tecrîda mutlaq a li dijî birêz Ocalan qebûl nakin. Em ê pêvajoya hiqûqa navxweyî û navneteweyî heta dawiyê bişopînin. Em ji rayedarên hiqûqê jî dixwazin ku li hemberî vê pêvajoyê bêdeng nemînin û raya giştî agahdar bikin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar