Li Osmaniyeyê, du birayên hev Hasan û Mûstafa Gumuş, bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatin binçavkirin
Polîsan li Osamaniyeyê, serê sibê bi ser mala du birayên hev Hasan û Mûstafa Gumuş de girt.
Polîsên li malê lêgerîn kirin, du birayên hev Gumuş, bi hinceta parvekirinên medyaya civakî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Hat diyar kirin ku polîsan di dema lêgerîna malê de, dest danîn ser hin malzemeyên dîjîtal. OSMANIYE