Li Osmaniyeyê jina bi navê Huru A. ji aliyê mêrê bi navê Hasan A. ve hat qetilkirin
Li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê mêrê bi navê Hasan A. duh bi şev ji ber sedemek nayê zanîn bi hevjîna xwe Huru A. re nîqaş kir. Li ser zêdebûna nîqaşê Hasan A. hevjîna xwe kêr kir. Cîranan li ser bihîstina qîrînê rewş ji polîsan re ragihand. Li ser îxbarê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Lê Huru A. tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Hasan A. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û cenazeyê Huru A. jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Duzîçiyê. Her wiha têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. OSMANIYE