Navenda Nûçeyan
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 5 rojan çalakî were kirin. Çalakî wê di 22’ê sibatê de li pêşiya Parlementoya Fransayê were destpêkirin û di 26’ê sibatê de jî bi dawî bibe.
Çalakî wê her roj di navbera saet 11.00 – 16.00’an de were kirin. Di çalakiyê de wê pêşengiya TEV-ÇAND’ê jî stran were strandin.
Di çalakiyê de wê bi pêşengiya xebatkarên Meclîsa Gel a Demokratîk li ser komployê, pergala Îmraliyê, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi Fransî were belavkirin. Di çalakiyê de wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze jî werin komkirin û ev îmze wê ji Sekreteriya Giştî ya NY were şandin.
Plansaziya çalakiyan wisa ye:
22’ê Sibatê: Meclîsa Parîsê ya Navendî
23’ê Sibatê: Meclîsa Vîllîers-le Belê
24’ê Sibatê: Meclîsa Drancyê
25’ê Sibatê: Meclîsa Evryê
26’ê Sibatê: Meclîsa Mantes-la-Jolîa- Creîlê
Cih: Pêşiya Parlementoya Fransayê ya li Învalîdesê