Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi şîara ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ meşeke ji bo sê rojan dabûn destpêkirin.
Di destê sibehê de ciwan li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Cegerxwînê kom bûn û piştre ber bi şaredariya illeneuve-Saint-Georgesê ve meşiyan.
Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê vê carê ber bi Grîgnyê ve meşiyan.
Di çalakiyê de pankarta ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ hat hildan. Di meşê de Çekdar Serhed ê TCŞ’yî axivî û diyar kir ku ev meş hê destpêk e û wiha got: “Îro roja dawîn a meşê ye lê ev tişt nayê wê wateyê ku dê meş biqede. Meşa me dê bi hemû heybetiya xwe bidome. Heta ku Rêber Ocalan û Kurdistan azad bibe, dê têkoşîn bidome.” PARÎS