Ji bo Parîsê digotin bajarê azadiyê û wisa li dîrokê hat nivîsîn. Bi şoreşa 1798’an wateyeke wiha li Parîsê hat barkirin, bi cihê wê yê di şoreşên Ewropayê yên 1878’an û Komuna Parîsê ya 1871’ê de ev wate kûrtir bû. Bi vana jî bisînor nema. Di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de bi şerê partîzanî yê li dijî dagirkerî û hevkariya bi faşîzma Hîtler re, ispat kir ku çiqas bi azadiya xwe ve girêdayî ye. Bi Şoreşa Ciwanan a Ewropayê ya 1968’an asta girêdana xwe ya bi azadiyê re bilindtir kir.
Parîs ji bo mirovahiyê her tim bûye îlham. Kesên ji neçarî warên xwe terikandine, Parîs ji bo wan bûye star. Ji çaraliyên cîhanê mirov ji welatê xwe çûne wê derê, ji gelê xwe dûr di şert û mercên zehmet de jiyane.
Lêbelê hin wateyên Parîsê yên din ên cihê jî hene. ‘Apê Ho’ yê şoreşa Vîetnamê li vê derê fikrên sosyalîst nas kirine û tecrûbeyên xwe yên li vê derê bir welatê xwe, li ser vê bingehê partiyeke şoreşger ava kir û veguherand têkoşîna serxwebûn, azadî û demokrasiya gelê xwe. Şoreşgerê cezaîrî jî li Parîsê rêxistiniya xwe mezin kirin û di têkoşîna serxwebûna welatê xwe de bi roleke dîrokî rabûn.
Ji namerdî, îxanet, hevkarî, qetlîam û cinayet jî her tim hebûn li Parîsê. Komuna Parîsê bi êrîşên hevkariya hêzên serwer ên Fransa û Almanyayê hatibû rûxandin. Faşîzma Hîtler, bi hêza ji hevkarên xwe girtibû, Fransa dagir kiribû. Destên serwerên Fransayê ketibûn xwîna gelên welatên mêtingehkirî. Ji van aliyên xwe ve Parîs bajarekî wisa ye ku bi şer û pevçûnên hêz û fikrên diber li dîrokê cihê xwe girtiye.
Gelê Kurdistanê jî Parîs nas kiribû. Fransa yek ji wan dewletên sereke yên berpirsiyar e ku Kurdistan kir çar parçe. Rojavayê Kurdistanê ji rejîma ereb a Sûriyeyê re hiştibû ku di bin kontrola wê de bû. Ji ber zextên faşîst, mêtinger û nijadperest ên dewleta TC’ê, soyalîst, ronakbîr, hunermend, nivîskar û welatparên Kurdistanê yên mîna Yilmaz Guney, Ahmet Kaya ji neçarî xwe spartibûn Fransayên û bi hesreta welat û gelê xwe ji vê dinyayê koş kiribûn.
Parîsê Sakîne Cansizan (Sara), Fîdan Doganan (Rojbîn), Leyla Şaylemez kiribûn mêvanên xwe. Lêbelê ew ji bo rizgariya welatê xwe, azadiya gelê xwe çûbûn Parîsê. Berpirsiyarî û peywira wan a têkoşînê hebû. Ji aliyê sixurên dewletên TC û Fransayê yên qirker dihatin şopandin, di bin xetereya mirin û zindanê de bûn. 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê van hêzan ve hatin qetilkirin.
9’ê Çileya 2013’an bajarê azadiyê Parîs bi roja qetilkirina sê jinên kurd ên şoreşger; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li dîrokê hat nivîsîn.
Rêxistina îstixbarat û şerê taybet ê dewleta TC’ê MÎT’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kiribû. Tetikêşê MÎT’ê Omer Guney ew qetil kirine. Omer Guney ev qetlîam li avahiya ku 24 saet di bin çavdêriya îstixbarata Frasayê de kiribû. Paşê hat gotin ku li girtîgehê, beriya dadgeha dîroka wê diyarkirî ya hatibû taloqkirin miriye.
Omer Guney mir an hat kuştin, an jî agihiya ‘mirina wî’ senaryo bû? Her çiqas ev pirs mijara nîqaşê bin jî daraza Fransayê mirina Omer Guney kir hincet û doza qetlîama sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez berî dest pê bike bi dawî kir. Em dizanin, bi delîlan derketibû holê ku rola MÎT’ê ya di qetlîama sû jinên kurd ên şoreşger piştrast bûbû. Bi belgeyan derketibû holê û pitrast bûbû ku Omer Guney bi serê xwe na lê ev qetlîam bi awayekî birêxistinkirî kiriye. Ji ber vê, mirina Omer Guney divê nebûna sedema girtina dozê. Lêbelê dewleta Fransayê pîvanên edaleta xwe bixwe binpê kir.
Ev biryara daraza dewleta Fransayê, bû xencerek li dilê bajarê azadiyê Parîsê. Bi qetlîamê di esasê xwe de yê hat qetilkirin bajarê azadiyê Parîs bû. Lewra guleyên li sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin reşandin, li dilê ‘edalet’ê ketinbûn ku yek ji pîvanên bajarê Parîsê yên wê dikin bajarê azadiyê.
Helbestvana jin a kurd Kejal a ji Silamaniyê, li ser sê jinên kurd ên şoreşger Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi soranî helbestek nivîsî. Adil Ezîz ev helbest xwendiye. Helbest wiha ye; “Heger li Parîsê bijiyama; min ê bi boyaxa reş li ser hemû rawestgehên otobêsan û dîwaran binivîsanda, hûn bûn yên Sykes-Pîkot îmze kirin û yên dîroka kurdan ji Lozanê heta niha anîn.” Kejal bi vê helbestê kir ku bajarê azadiyê Parîs bi vî awayî bê bibîranîn.
Di salvegera qetilkirina sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, em bi baweriya, wê hêvî û îdealên wan li Kurdistana azad, demokratîk û yekbûyî kulîlk vedin, bi rêz û minet bi bîr tînin.