Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li parlamentoya Îtalyayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Li parlementoya Îtalyayê bi wesîleya salvegera hatina Rêber Apo civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi destpêka komplya navdewletî re ji bo çareseriyê berê xwe da paytexta Îtalya Romayê. Bi wesîleya salvegera hatina Rêberê Apo li Romayê li Parlamentoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna Senator Tîno Magnî, parlementerê berê Gîovannî Russo Spena, Karîkaturîst Zerocalcare, ji Ofîsa Enformasyon a Kurdistanê Yilmaz Orkan û serokê Partiya Kesan Angelo Bonellî pêk hat.

Civîna çapemeniyê ji aliyê Senator Tîno Magnî ve hat vekirin. Senator Tîno Magnî bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bikevin nava lîv û tevgerê.

Piştre li ser navê Komîteya “Dem hatiye- Ji Abdullah Ocalan re Azadî” parlamenterê berê Gîovannî Russo Spena mafê axaftinê girt. Russo Spena qala xebatên komîteyê yên heta îro kir.

Karîkaturîst Zerocalcare jî bi bîr xist ku dema sala 2014’an de cara yekemin çû Rojava, çapemenî bi pirsgirêka kurd re gelek eleqeder bûye, lê bêyî behsa Abdullah Ocalan bike, hewl daye têkoşîna gelê Kurd dîtbarî bike. Li ser vê bingehê Zerocalcare, bal kişand li ser rola navendî ya îdeolojiya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û got ku têkoşîna gelê kurd, bi şerê li dijî DAIŞ’ê re û projeya demokrasiya radikal a ku ji sala 2012’an vir ve li Bakur û Rojhilata Suriyeyê derketiyê holê.

Ji Ofîsa Enformanyon a Kurdistanê ya li Îtalyayê Yilmaz Orkan jî pêşniyar kir ku yekane aktorê ku Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê pêvajoyek nû ya aştiyê muzakare bike ye. Orkan da zanîn ku bi taybetî di ronahiya trajidiyên li Rojhilata Navîn tên jiyîn de, divê civaka navneteweyî fembike ku îdeolojiya ku xwe disperê fikrên Abdullah Ocalan û gelê kurd ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek aştiyane pêşniyar dike.

Serokê Partiya Keskan Angelo Bonellî, diyar kir parastina kêmnetewên bindest erka exlaqî ya hemû kesan e. Angolo Bonellî, di dema axaftina xwe de hunermendê kurd Ahmet Kaya mînak da û zextên ku gelê Kurd rû bi rû mane bi bîr xist.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar