Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Parlamentoya Swêdê greva birçîbûnê dest pê kir

Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat û Endamê Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li Parlamentoya Swêd dest bi greva birçîbûnê kirin

Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat û Endamê Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo desteka çalakiya Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê li Parlamentoya Swêdê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Rîazat û Alp beriya ku dest bi greva birçîbûnê bikin li Parlamentoyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Rîazat diyar kir ku cîhana derve, ji bo tiştên ku li Tirkiyeyê dibin çavê xwe digire, ji bo bêdengiya heyî xira bikin bi Yekbûna Alp re dest be greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dikin.

Rîazata got Partiya Çepgir a Swêdê her carê destekê dide Tevgera Azadiyê ya Kurd, li cem HDP’ê disekine û wiha domand: ”Li Swêdê li gel ku grevên birçîbûnê ne rêbazeke têkoşînê ya wiha ku em hînî wê bûne lê ji ber ku rewşa li Tirkiyeyê ne rewşeke asayî ye, ji ber ku mafê mirovan gelek caran tê binpêkirin, ji ber ku em rewşa Tirkiyeyê şermezar bikin em dikevin greva birçîbûnê.”

‘Hikûmeta Swêde divê destekê bide berxwedêrên greva bırçîbûnê’

Yekbûna Alp jî diyar kir ku Parlamentoya Swêdê ji bo ku demokrasiyê û mafê mirovan temsîl dike û hê jî dengê azadî û aştiyê ye li Parlamentoyê dest bi greva birçîbûnê dikin û wiha rexne li Swêdê kir: ”Vê parlamentoyê mafê mirovan parastiye û bi bilindkirina dengê xwe kiriye ku hemû cîhan dengê Swêdê bibihîse. Em, ji ber ku Parlamentoya Swêd li ber grevên birçîbûnê bêdeng maye û mîsyona xwe bi cih neaniye li vir greva birçîbûnê didin destpêkirin. Ev greva birçîbûnê ji bo demokrasî, mafê mirovan û aştiyê ye. Ji ber vê divê hikûmeta Swêdê destekê bide çalakgerên greva birçîbûnê.”

Alp da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navnetewî ye û diyar kir ku tenê bi daxuyaniyan mirov nikare destekê bide çalakgerên greva birçîbûnê û êdî dem hatiye ku gotin veguhere çalakiyê. Alp wiha domand: ”Heke ji dil berevaniyê li mafê mirovan dikin divê li dijî binpêkirina mafê kurdan zextê li Tirkiyeyê bikin. Her wiha divê bixwzin ku tecrîd rabe.”

‘Em ê bi hev re bêdengiyê xira bikin û tecrîdê bişkînin’

Alp têkildarî çalakiya Leyla Guven jî wiha got: ”Leyla Guven sembola têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e. Jinên kurd di dîrokê de tim li pêşiya têkoşînê cih girtine, bûne pêşengên aştiyê. Em ê bi hev re dawî li vê bêdengiyê bînin û tecrîdê bişkînin. Zextên Erdogan çendî zêde bin jî em, ên ku aştiyê dixwazin, bi ser bikevin.”

‘Tirkiye peymanên navnetewî binpê dike’

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kadir Kasirga jî tevli daxuyaniyê bû û destek da çalakgeran. Kasirga diyar kir ku wî jî grevên birçîbûnê aniye rojeva parlamentoyê û got ku ji bo desteka li greva birçîbûnê ew ê tim di rojevê de bihêlin. Kasirga bi bîr xist ku rewşa tendiristiyê ya Leyla Guven krîtîk e û wiha rexne li polîtîtîkaya dewleta Tirk anî:“Bûyerên li Tirkiyeyê bi temamî berevajî ne. Li Tirkiyeyê rêveberiya otorîteya yek zilamî heye. Erdogan biryara her tiştî dide. Ev wiha nadome. Yek ji welatên herî pêşketî yên Ewropa Swêd pirsgirêka kurd li gorî welatên din Yekîtya Ewropayê kiriye rojev. Em parlamenter divê vêya biddomînin. Abdullah Ocalan ne tenê girtiyek e, lîderê ku di navenda hevdîtinên aşitî yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de rol girtiye. Dewleta tirk bi tecrîda li ser Ocalan re peymanên navnetewî binpê dike. Em daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî dikin.”

Piştî axaftinan Rîazat û Alp tîşortên ku wêneyên Leyla Guven li ser bûn li xwe kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî ku parlamento hate girtin Rîazat û Alp çûn lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û çalakiya xwe li wir didominin.

‘Divê tecrîd rabe, girtıyên siyasî werin berdan’

Parlamentera Partiya Çep Lorena Vargas Delgado jî têkildarî greva Riazat û Alp wiha got: “Piştevaniyekî mînak e ji bo grevên birçîbûnê. Divê em bihêz zextên li dijî girtiyan ên li Tirkiyeyê protesto bikin. Divê Tirkiye demildest tecrîda lis er Ocalan rake û girtiyên politîk berde.”

‘Divê Tirkiye rêz ji mafên girtiyan re bigre’

Wênegir û Karîkaturîst Lennart Asp jî balkişand li ser hebûna PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên terorê de û wiha got: “Ji ber ku PKK di lîsteya rêxistina terorê de ye cîhana ji derve li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng e. Welatên Ewropa ditirsin ku Erdogan penaberên Sûriyeyî bişîne Ewropayê. Lê li Ewropa gelek kes jî piştgirîyê didie têkoşîna gelê kurd.”

Endamê Meclisa Şaredariya Stockholm û Forûma Çep a Navnetewî Rodrîgo Arce jî got ku ew piştevaniya têkoşîna gelê kurd dikin û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê gelek HDP’yî di girtîgehê de ne. Parlamenter û hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li girtîgehê tê girtin. Em daxwaz ji Tirkiyeyê dikin ku rêzê ji bo mafê girtiyan bigre û destûra hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re bide.” STOCKHOLM 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar