Li Pasûrê komek çekdar ku ji cerdevanan pêk dihat êrîşî rêveberên HDP’ê kirin. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Pasûrê ya Amedê di 12’ê îlonê de teqînek rû dabû. 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bi îdiaya têkiliya hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay bi teqînê re heye hatibûn girtin. Encûmen û rêveberên HDP’ê yên Farqîn, Erxenî û Hezroyê bi armanca piştevaniya ji bo encmûnên Şaredariya Pasûrê çûn navçeyê. Piştî ku ev rêveber û encûmen ji tevlî çalakiya rûniştinê ya li ber HDP’ê bûn û vegeriyan, komek ji 10 kesên çekdar dihatin wan bi rê de sekinandin û êrîşî wan kirin. Komê bi dar û jopan êrîşî HDP’iyan kir, 2 kes birîndar kirin û camên wesayîtên wan şikandin.
HDP’yî dema ji Pasûrê derketin pîqabek wan şopand. Di derketina ji Pasûrê pîqabê pêşiya wan birî û êrîşî wan kirin. Hat ragihandin kesê êrîşê pêk anîne cerdevanên gund bûne.
Piştî êrîşê HDP’yî di cihê lêgerîna leşkeriyê de hatin sekinandin û nasnameyên wan hatin kontrol kirin. Leşkeran destûr da du wesayîtên HDP’iyan derbas bibin lê destûr neda wesayîtek derbas bibe. AMED