Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Li pêşberî serşoka girtiyên jin kamera bicih kirin

Binpêkirina mafên girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin. Li Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê û li Girtîgeha Jinan a Amedê rayedarên girtîgehê li dijî girtiyan pêkanînên dermirovî dikin. Girtiyan da zanîn ku ev pêkanîn piştî çalakiya greva birçîbûnê zêdetir bûne

Zext û binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li dijî girtiyan her ku diçe girantir dibin. Bi taybet jî piştî ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi serkeftî bi dawî bû, zext û binpêkirin jî zêdetir bûn. Di vê çarçoveyê de hem li Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê û hem jî li Girtîgeha Jinan a Amedê agahiyên binpêkirina mafan hatin.

 

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê têkildarî binpêkirinên di demên dawî axivîn. Girtiyan da zanîn ku piştî greva birçîbûnê, pêdiviyên wan ên kantînê nayên bicihanîn û tiştên ku li derve pir erzan, li kantînê bi bihayekê zêde ji wan re tê firotin. Girtiyan destnîşan kir ku destûrê nadin malbatan ku li gel xwe tiştan bînin girtîgehê.

Rojnameger Guleş nehat tedawîkirin

Di berdewamê de jî girtiyan daxuyand ku piştî grevên birçîbûnê, dermanê girtiyan birêkûpêk nayê dayîn û ev agahî dan: “Rojnameger Mehmet Guleş piştî greva birçîbûnê 2 caran rakirin nexweşxaneyê. Her du caran jî tevî ku bijîşkan got nirxê xwîna wî ne asayî ne jî, tedawiya pêwîst nehate kirin. Piştî greva birçîbûnê, du rojan şorbe dan me û piştre jî xwarinên giran dan. Ji bo pêvajoya xwedîbûnê ya piştî çalakiyê, tu bername nehatin çêkirin. Rojnameya Yenî Yaşamê qet nadin lê Evrenselê carna di dawiya hefteyê de didin. Tevî ku cezayê hin hevalan xelas bûye jî, ev saleke nayên berdan.”

Binpêkirinên li girtîgeha Amedê

Li Girtîgeha Jinan a Amedê jî rêveberiya girtîgehê li pêşberî serşok û destşoyê, kamera bicih kirin. Girtiyên jin ji rêveberiya girtîgehê xwest ku ev kamera bên rakirin. Lê rêveberiya girtîgehê guh neda daxwaza girtiyan. Li ser vê yekê jî girtiyên jin di 21’ê hezîranê de kamera şikandin. Girtiyên jin ragihand ku li ser vê yekê, rêveberiya girtîgehê li Hacer Karaoglan, Elîf Akdemîr, Derya Aslan û Evîn Kaya 11 roj cezayê hucreyê birî.

Rêveberiya girtîgehê li pey provakasyonane

Rêveberiya girtîgehê ku li pey provakasyonan digere, ji girtiyan re got ku dê careke din li heman deverê kamera bên bicihkirin. Girtiyên jin Mekiye Ormanci û Evîn Kaya ku bertek nîşanî vê biryarê dan, rastî lêpirsîna disiplînê hatin.

Çend binpêkirinên di demên dawî de

Li gorî agahiyên ji girtiyên jin, çend binpêkirinên li girtîgehê wiha ne:

* Dema ku hevalên me dibin revîr an jî nexweşxaneyê, di lêgerîna ku rûmeta jinan bişike re derbas dikin û nêzîkatiyên dij mirovî lê dikin. Girtî ji ber van nêzikatiyan, çûna revîrê red dikin.

* Cendirme dixwazin ku girtiyên diçin nexweşxaneyê, bi dengekî bilind agahiyên nasnameyên xwe bêjin û tekmîlê bidin.

* Ferzkirina muayeneya bi kelepçe hê jî didome. Girtiyên ku vê red dikin, dermankirina wan tê taloqkirin.

* Cendirmeyên jin û zilam dema jinên girtî tên muayene kirin û rontgenên wan tên girtin, wan temaşe dikin.

* 10 roj berê li qawîşan lêgerînên dij mirovî, şikandina rûmeta jinê û di asta tacîzê de hatin kirin. Jinên ku bertek nîşanî vê rewşê dan, gardiyanan bi taybetî alavên wan belav kirin.

* Pirsgirêka me ya ava germ dewam dike. Em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û ji bo temînkirina ava gerim jî setil nadin me. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar