Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re, li ber avahiya CPT’yê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di daxuyaniya çalakiyê de bang li CPT’yê hat kirin ku bi erka xwe rabe
Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatine destpêkirin, li girtîgeh, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat didomin. Di heman demê de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku bi tevlêbûna 14 aktîvîstên kurd li Strasboûrgê hatiye destpêkirin jî di roja 71’emîn de didome. Her wiha nobeda azadiyê ya ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Ocalan ve hatiye destpêkirin jî kete roja 7’emîn.
Îro li pêşiya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hate destpêkirin. Ji bo piştgiriya bi çalakvanan re çalakî ji hêla 10 endamên PYD’ê ku nûnertiya Rojava dikin, hate destpêkirin. Çalakî îro bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin. Hat zanîn ku dê her 5 rojan carekî çalakî bê dewrgirtin.
Daxwazên çalakvanan
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di serî de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û li dijî hemû peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Di daxuyaniyê de ji Konseya Ewropayê (KE) û CPT’yê ev tişt hatin xwestin:
* Di serî de divê KE û CPT, sazî û welatên Ewropayê ku Tirkiyeyê weke endamekî KE’yê qebûl kiriye, rêz ji nirx û rêgezên xwe re bigirin û bikevin nava hewldanan.
* Ev sazî divê pêşî li mirînên grevên birçîbûnê bigirin.
* Ewropa, mafên mirovan divê bersivê bidin Leyla Guven û çalakgerên din ku ji bo aşitî û demokrasiyê têdikoşin ku ev bingehên saziyên Ewropayê ne.
Armanca çalakiyê azadiya Ocalan e
Piştî daxuyaniyê jî ji çalakvanan Rustem Evdo di serî de Guven, hemû çalakvanên di greva birçîbûnê de silav kir û wiha got: “Me ev çalakî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê û azadiya wî da destpêkirin. Em bêdengiya cîhanê şermezar dikin. Leyla Guven vaye zêdetirî 110 rojin di grevê de ye. Divê her kesên xwedî wijdan, li dijî çalakiyê bêdeng nemînin. Li ber çavên cîhanê roj bi roj dihelin. Hêza gelê kurd heye ku li ber xwe bide û tecrîdê bişikîne. CPT bi bêdengiya xwe hevkariya tecrîdê dike. Em bi vê çalakiyê bang li CPT’yê dikin û dibêjin êdî bi erka xwe rabe.” STRASBOÛRG