Wezareta Karên Hundir a Tirk li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP’î polîs bi cih kir
Pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP’î ji aliyê polîsan ve hate dagirkirin. Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku polîsan ji wan re gotine ku ew ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve hatine wezîfedarkirin. Polîsên tirk mirovên dikevin avahiya şaredariyê di cîhaza X-ray re derbas dikin.
Polîsan her wiha destûr nedan ku rojnamevan dîmenê pêşiya avahiya şaredariyê bikişînin.
Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ji bo 26 şaredariyên HDP’ê bi dest xistine ‘fermaneke’ bi vî rengî hatiye dayîn. MÊRDÎN