Li gundên bejahiya Pîranê ji 23’ê gulanê ve operasyonên leşkerî berdewam dikin û tê angaştkirin ku di van operasyonan de 2 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne
Operasyonên leşkerî yên ku di 23’ê gulanê de li gundên bejahiya navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kirin, bi êrîşên hewayî berdewam dikin. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de li gundê Pîrajma, Yokûşlû, Xaçek, Herîdan, Şîngîrîka Jorîn û Tanekrayê yên bejahiya navçeyê dem deman şer û pevçûn dertên. Tê angaştkirin ku di operasyonê de 2 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne û cenazeyê wan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê (ATK). AMED