Li navenda Pirsûsê, di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di saetên serê dibê de 3 kes hatin binçavkirin. 3 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tên girtin. Navê du kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberên HDP’a Pirsûsê Hamît Balî, Osman Fîdan û navê kesekî jî nehat zanîn. RIHA