Li paytexta Misir Qahîreyê di encama teqînekê de 2 polîs mirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Misrê, polîsan dabû pey kesekî ku guman jê dihate kirin ku hefteya bihurî bombe li ber mizgeftekê daniye û dema ku polîsan ev kes dişopandin teqîn çêbûye.
Teqîn li nêzî mizgefta El Ezherê ya li navenda bajêr çêbû. Wezaretê diyar kir ku di encama teqînê de 2 polîs mirin, 3 kes jî birîndar bûn. Her wiha hate gotin kesê ku polîsan ew dişopand jî miriye. QAHÎRE