Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Qamiloyê ji bo Ocalan çalakiya konvedanê

Kongreya Star li Qamişloyê bi daxwaza wergirtina agahiyekê ji tenduristiya rêber Ocalan çalakiya konvedanê da destpêkirin

Li Parka Arî ya taxa Siyahî ya Qamişloyê bi pêşengiya Kongreya Starê bi daxwaza wergirtina agahiyeke ji tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hat destpêkirin. Di çalakiyê de endamên Kongreya Star, PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Mizgîn Ehmed di semînera li kona çalakiyê de axivî û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst dixwaze nirxên mirovahiyê tune bike û têkildarî tenduristiya Rêber Ocalan hin îdia kirin. Xwestin kurdan û gelê ku ji bo azadiyê têdikoşe, biceribînin. Em nizanin îdia çi qasî rast e yan jî derew e. Lê em îdiayê cidî dibînin. Heta ku parêzer û malbata Rêber Ocalan biçin cem wî, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Berdevka Kongreya Star a Qamisloyê Şaha Xelîl jî got ku îdiayên ku di çapemeniya tirk de têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin, cidî dibînin û  ev tişt anî ziman: “Heta ku hevdîtin bi Rêber Abullah Ocalan re çêbe, em ê li kolanan bin û em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Şaha Xelîl diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî mirovahiyê û jinan e û bi bîr xist ku mafê Rêber Abdullah Ocalan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku gavên cidî biavêjin da ku bersivên erênî bidin daxwazên hevdîtinê.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd jî ev tişt anî ziman :” Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe azad e. Îro cîhan behsa felsefeya Rêber Ocalan dike. Heta ku azadiya me ya fîzîkî pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Endamê PYD’ê Yehya Silêman jî axivî û destnîşan kir ku nikarin îradeya gelên ku ji bo azadiyê şer dikin, têk bibin û diyar kir ku ew bi felsefeya Rêber Ocalan hene û heta ew der barê rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de agahiyekê bigirin, dê di çalakiyên xwe de israr bin.

Çalakiya kon dê bi beşdariya Komîteya Edaletê û Meclisa Edaletê ya Jinan heta 28’ê Adarê bidome. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar