Artêşa tirk a dagirker navenda Qamişloyê topbaran kir. Di encama topbaranê de sivîlek şehîd bû û 3 sivîl jî birîndar bûn
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî qadên sivîlan didomînin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker bi awayeke bêserûber navenda Qamişlo topbaran kir.
Li gorî agahiyên ji Qamişloyê, dewleta tirk a dagirker taxê Zeytûniya yê Qamişlo û gundê Sêgirka topbaran kir. Hat zanîn ku di encama topbaranê de sivîlek şehîd bû û 3 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Qamişloyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama topbarana artêşa dagirker a li duh a li dijî Qamişloyê de jina bi navê Beşîra Mihemed Kebûş hatibû qetilkirin û 7 sivîl jî birîndar bibûn. QAMIŞLO