Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Qamişloyê şer didome

Şerê li Qamişloyê yê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî ya girêdayî rejîma Şamê de didome. Piştî ku milîsan agirbest binpê kiribû, şer ji nû ve dest pê kiribû û şerek giran diqewime

Şerê li Taxa Teyî ya Qamişloyê piştî ku 21’ê nîsanê hêzên leşkerî yên rûs ketin navberê ji bo demekî kurt agirbest hatibû ragihandin. Lê milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rejîma Şamê careke din êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê kiribûn û agirbest îhlal kiribûn. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji qadê ragihandin, şer li taxa Teyî û li derdora Dibistana Hilko ya aliyê başûrê Qamişloyê, didome. Her wiha milîsên Dîfaa El-Wetenî li herdu herêmên ku şer lê rû didin, sekvanên xwe di avahiyên bilind de bi cih kirine û bi awayekî yekser xaçerêya El-Wehde û kolana Kornîş dikin hedef.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yek ji rûspiyên êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê re hat kirin, hat hedefgirtin. Civîn bi armanca rawestandina êrîşên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê pêk hatibû.

Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê ku di bin kontrola milîsên Dîfaa El-Wetenî de ye, bi 3 guleyan hat hedefgirtin. Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hewldanan bijîşkan jî di berbanga sibehê de jiyana xwe ji dest da. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar