Li ber avahiya postaxanayê ya li nêzî çargoşeya ewlehiyê ya Qamişloyê wesayîteke bombebarakirî hate teqandin. Di êrîşê de welatiyek birîndar bû
Saet derdora 14.00’an de li hemberî avahiya postaxaneyê ya li ser rêya giştî ya Qamişlo-Amûdê ku li nêzî çargoşeya ewlehiyê ye, wesayîteke bombebarkirî ya bi cureya Fox hate teqandin.
Li gorî agahiyên destpêkê yên Heyva Sor a Kurd, di encama teqînê de welatiyek birîndar bû. Di heman demê de hat ragihandin ku li ser wesayîtê jî bi zimanê tirkî ‘Şahîn oto galerî Konya’ hatibû nivîsandin. QAMIŞLO