Li Qamişloyê yekemîn pêşangeha wêneyan a bi navê Şehîd Egîd li Dibistana Hitînê hat vekirin
Yekemîn pêşangeha wêneyan a bi navê Şehîd Egîd îro li Dibistana Hitîn a bajarê Qamişloyê hate vekirin. Kongreya Star, Yekitiya Mamosteyan, Saziya Malbatên Şehîdan, Zaningeha Rojava, Desteya Perwerdê, Tevgera TEV-ÇAND, TEV-DEM û Akademiya Şehîd Egîd Çîlo di pêşangehê de amade bûn.
Di pêşangehê de 64 tablo bi destê 20 şêwekarên jin û mêr hatiye xêzkirin, piraniya wêneyan berxwedana jin û çanda kurdan didin diyarkirin. Di nava tabloyan de wêneyê şehîd Egîd Cîlo û Leyla Guven jî hatibû xêzkirin.
Pêşangeh ji aliyê endama Komîteya Çalakiyên bajarê Qamişloyê Hêvîn Muhemed hat vekirin. QAMIŞLO