Qendîl yek ji zozanên rêzeçiyayên Zagrosê ne ku dikeve sêgoşeya rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê. Çiyayê Qendîlê ji ber xweza û bilindbûna erdnîgariya xwe, her çar demsal lê tên jiyîn.
Çiyayê Qendîlê divê demsalê de xwezayeke xweşik û dilrevîner heye. Bi vebûna gul û çîçekan re xwedî dîmeneke efsûnî ye. Li aliyekê berf û li aliyekê keskahiyeke ciwan heye. Divê demsalê de Qendîl her çar demsalan bi hev re di hembêza xwe de dihewîne.
Ji xweşikbûna xwezaya çiyayê Qendîlê çend dîmen.
Wêne: Mihemed Hesen/ROJNEWS