Li Bismilê li qeraxa Çemê Dîcleyê cenazeyê zilamekî ku bi çekê hatiye kuştin hat dîtin
Li navçeya Bismilê ya Amedê masîvanan duh bi şev li qeraxa Çemê Dîcleyê cenazeyê zilamekî dît. Masîvanan agahî da polîsan û ekîbên polîsan hatin cihê bûyerê lêkolîn kirin. Li gorî lêkolîna ewil hat diyarkirin ku ev kes bi çekê hatiye kuştin. Piştî lêkolînê hat zanîn ku ev kes Sidik Genç ê 38 salî ye. Cenazeyê Genç ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. AMED