Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Qersê, hesabê ‘tifaqa cumhûr’ li hev dernayê

Li Qersê, kar û barê “Tifaqa Cumhûr” a AKP-MHP û tifaqa CHP, Partiya ÎYÎ û DSP’ê ku li dijî HDP’ê hatin çêkirin, rast nameşe. Her wiha tê gotin Dê MHP, namzetiya namzetê xwe Çetîn Nazîk betal bike û wê li şûna wî kesekî ji AKP’ê bibe namzet

Li Qersê, hesabê tifaqa AKP-MHP’ê li hev dernakeve. Niha li bajêr, ji ciwanan heta jinan, ji esnafan heta xwendekaran her kes dibêje ‘Gelo wê HDP bi ser bikeve an êdn din?” HDP, li bajêr li dijî AKP, MHP, CHP, Partiya ÎYÎ, DSP û Partiya Vatanê bi tena serê xwe têdikoşe û partiyên din çi dikin û nakin hesabê wan ê li ber vê têkoşînê li hev dernakevin.

Li Qersê namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ne. Yê MHP’ê Çetîn Nazîk, yê Partiya ÎYÎ Settar Kaya, yê CHP’ê Taner Toraman û yê DSP’ê jî Naîf Alîbeyoglû ye. Ji bilî AKP’ê, namzetên partiyên din dev ji soz ûw eadên xwe yên ji bo hilbijartinê berdane, ketina nav hewldanan ku HDP bi ser nekeve. Niha jî tê gotin ku CHP, Partiya ÎYÎ, DSP, MHP û AKP tim li hev kom dibin û dibêjin ’em ê çi bikin.’

Li Qersê wê li ser navê “Îtifaqa Cumhûrê” MHP têkeve hilbijartinê. Lê hilbijêr û rêveberên AKP’î ji vê rewşê nerazîne. Ji xeynî vê namzetê DSP’ê ku kurd e, jî tê nîqaşkirin û tê gotin sirf ji bo dengên HDP’ê belawela bike ew û “Tifaqa Cumhûr’ bi hev re tev digerin.

Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ’yê Meral Akşener, ji bo Îdirê gotibû: “Ger em namzet nîşan bidin wê HDP bi ser bikeve. Li îdirê, madem wê ev pergal û HDP têkevin pêşbaziyê, nexwe em li Îdirê namzet nîşan nadin. Namzetê AKP an jî MHP’ê ji bo me ne pirsgirêk e.” Lê belê, tişta ku Akşenerê got, Qersê pêk tê.

“Îtifaqa Cumhûr” û îtifaqa din, çi dikin nakin jî nikarin rê li ber serketina HDP’ê bigirin û ev yek dibe sedema ku hesabê wan li hev dernayê. Tê gotin, beriya 3’yê Adarê dibe ku ev partî û îtifaq hemleyeke din bikin. Tê gotin, hevkarên îtifaqê û alîgirên wê, diyar dikin ku wê MHP nikaibe bi ser bikeve û loma dixwazin namzet ê AKP’ê be. Ji bo vê jî tê gotin wê MHP namzetiya namzetê xwe Çetîn Nazîk betal bike û li şûna wî wê Yûsûf Selahattîn Beyrîbeyê AKP’î bibe namzet. Lê belê, ji niha vê îdiayên der barê nelirêtiyên Beyrîbey li ser zimana ne û dibe ku ev yek çênebe jî.

Her wiha saziyên fermî jî alîkariya îtifaqê dikin. Namzetê DSP’ê yê Qersê Naîf Alîbeyoglû, pêşî ji bo bernamzetiya CHP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Qersê dabû, lê desteyê serlêdana namzetiya wî qebûl kir. HDP’ê îtiraz kir, lê îtiraza HDP’ê nehat qebûlkirin.

Namzetê Parlementeriyê yê MHP’ê yê serdema 26’an Tûncay Aydin, bo koda “lezgîn” nameyek ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re nivîsandibû û nameya wî atmosfera li bajêr aşkere dike. Aydin di nameya xwe de gotiye: “AKP, namzetiya namzetê xwe betal kir û destek da namzetê MHP’ê. Dibe ku ev bi niyetek baş hatibe kirin, lê tesîr li tiştekî nekiriye. Berkesê wê hêza derdorên ku dê Qersê bitengijînin xurtir kiriye. Hilbijêrên ku dê dengê xwe bidin AKP’ê, berê xwe nadin MHP’ê.” Ji nameya Aydin jî dixuyê ku favoriya Qersê HDP ye. QERS

Çavkanî: MA / Yasîn Kobulan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar