Li Qersê jinan dest bi çêkirina xwarina bi navê rişte ku di her zivistanê de cihê xwe li ser sofreyan digire, kir û jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî îsal zêde nayê çêkirin
Bi hatina demsala zivistanê re li Serhedê jinan dest bi amadekariyên xwe kirin. Li bajarê Qersê xwarina bi navê rişde ya ku di her zivistanê de cihê xwe li ser sofreyan digire, jinan dest bi çêkirina wê kir. Rişteya ku li ser benan tê daliqendan ziwa dibe û piştre bi kedeke mezin tê berhevkirin. Çêkirina rişte bi alikariya 3 jinan pêk tê. Jinên ku li gel berbanga serê sibehê dest bi çêkirina rişte dikin, diyar kirin ku berê wan 15 tûrikên rişte çêdikirin lê ji ber aloziya aborî ew êdî tenê dikarin 10 tûrikan çêbikin.
Sidika Kaya ya ku bi salan e rişte çêdike û bi çêkirina rişte debara xwe dike, wiha behsa çêkirina rişte kir: “Em destpêkê hevîr çêdikin. Piştî ku hevîrê me tirş bû em tînin bi makîneyê zirav zirav derdixînin. Piştre ji bo ku ziwa bibin em li ser benan daliqînin. Ji bo ziwabûna wan rojek bes e. Piştî ku hişk bûn em tînin di firinan de sor dikîn. Gava ku sor bûn em di qutîkan de vedişerin û bi taybetî ji demsal zivistanê dikin nav xwarinê. Li Qersê hûn dikarin li ser her sofreyekê rişte bibînin. Çêkirina rişte bi awayeke hevpar tê kirin. Herî zêde li Qersê rişte tê çêkirin. Hîn kes jî li gundan çê dikin û ji bo ku bikaribin debara xwe bikin difiroşin.”
Çêkirina rişteyê gelek zehmet e
Di axaftina xwe de Kaya anî ziman ku çêkirina rişte kedê dixwaze û got ku ji berê de rişte çêkirine û rişte kevneşopiyeke bi salane, ew ê tu car dev jê bernedin û wiha domand: “Em bi salan e li Qersê bi çêkirina rişteyan debara xwe dikin. Em hem debara xwe pê dikin û hem ji vê kevneşopiya bi salan didin berdewamkirin. Çêkirina rişte rastî ji pir zehmet e û kedê dixwaze. Em serê sibehê dest pê dikin û heta êvarê xelas nabe.”
Balkişand ser krîza aboriyê
Her wiha Kaya bal kişand ser krîza aboriyê û diyar kir ku ji ber bihabûna ard ew nikarin êdî rişte jî çêkin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber aloziya aborî her tişt bihabû ye. Berê me 15 turik rişte çêdikirin. Lê niha em tenê dikarin 10 turikan çê bikin. Li gel hemû neyîniyan jî em dev ji vê kevneşopiyê bernadin. Li Qersê şert û mercên zivistanê pir zehmet in û ji ber wê jî hewceye em ji zivistanê re amade bin.” QERS