Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Qibrisê ‘Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re’ ava bû

Li Qibrisê partiyên siyasî, rojnameger, nivîskar û kesayetên naskirî ji bo yekitiya stratejîk a navbera gelê Qibrisê û gelê kurd 'Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re' ava kirin 

Alîkarê Serokê Giştî yê EDEK (Partiya Sosyalîst) û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Kostis Efstathiou û parlamentera heman partiyê Eleni Theocharous, Serokê Giştî yê berê yê Partiya Ekolojîst û parlamenter Giorgos Perdikis, lêkolîner-rojnameger Christos Lakovou jî di nav de gelek siyasetmedar, rojnamege, nivîskar û kesayetên naskirî yên Qibrisê li hev civiyan û ‘Înîsiyatîfa Piştgiriya bi kurdan re’ ragihandin.

Endamên înîsiyatîfê li Civata Rojnamegeran a Lefkoşayê li hev civiyan û civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîn ji aliyê çapemeniyê ve bi baldarî hat şopandin. Nûnerê PYD’ê Yasîn Dergûş, Hevserok û endamên Meclisa Gelê Kurd û siyasetmedarê kurd Lezgîn Serhat jî tev li civînê bûn.

Her wiha endamên Komîsyona Piştgiriya bi Kurdan re ya salên 1990’î ji aliyê Teofilos Georgiadis ve hat avakirin, beşdarî civînê bûn. Georgiadis di 20’ê adara 1994’an ji aliyê MÎT’ê ve hatibû qetilkirin.

Di civînê de parlamenter axivîn û piştre belavoka hevpar a çapemeniyê hat xwendin.

Di belavokê de hat ragihandin ku gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, têkiliyên kurd-rûm di asteke girîng de ne û wiha hat gotin: “Li dijî xisarên ku modernîteya kapîtalîst bi taybetî jî dewleta tirk a dagirker li gelan kiriye, li hemberî polîtîkayên faşîzm û qirkirinê ‘piştevanî’ û hevkarî ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve girîng e. Bi têkoşîna hevpar, tevî gelê kurd bi tevlibûna gelê rûm ê dost re em di wê baweriyê de ne ku dikarin hîn bêhtir bi pêş ve biçin. Tenê hevkarî û piştevaniya gelan dikare dawî li planên dewleta tirk a dagirker û hêzên hegemonîk bîne.”

Di belavokê de hat destnîşankirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk û li hemberî dagirkeriyê helwesta herî rast a gelan ew e ku xwe bispêre hêza xwe, bi vî rengî xwe birêxistin bikin, biparêzin, bi hêza xwe rêveberiya xwe û parastina xwe ava bikin.

‘Theofilos nîşaneya me ye’

Di daxuyaniya înîsiyatîfê de hat ragihandin ku dostê kurdan Tehofilos Georgiadis di têkiliyên gelên kurd û rûm de kesayetekî dîrokî bû û wiha hat domandin : “Theofilos dît ku gelên Kurdistanê û Qibrisê çawa bû hedefa êrîşên vê dagirkeriyê û hêzên hegemonîk û tespît kir ku dagirkirina Kurdistanê bûye zemîn ji dagirkirina Qibrisê re. Di vê çarçoveyê de piştgiriyeke xurt da kurdan û bû sembolek ji têkoşîna azadiyê ya kurdan. Theofilos digot ‘Azadiya Qibrisê ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe’ ku ev gotineke dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re dê li gorî vê rastiyê li dijî pirsgirêkên siyasî, aborî û çandî yên gelê kurd bi hestiyarî tevbigere û kar bike.”

Karên sereke yên înîsiyatîfê

Ji bo karên sereke yên Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re ya Qibrisê wiha hatin vegotin: “Înîsiyatîf ji bo tevkariyê li rizgariya Kurdistanê û Qibrisê bike hatiye avakirin. Bi hevkariya bi civak û hikûmeta Qibrisê re dê ji bo piştgiriya bi berjewendiyên hevpar ên gelên Qibrisê û Kurdistanê bixebite. Ji bo yekitiya stratejîk di navbera Qibrisê û gelê kurd de ava bike wê kar bike. Ji bo mexdûrên şer ên li Kurdistanê wê bi armanca piştgiriya malî û civakî têbikoşe. Ji bo pirsgirêkên burokratîk ên li Qibrisê derdikevin pêşiya kurdan, ji bo piştgiriya malî û civakî ya ji bo mexdûrên şer ên li Kurdistanê wê kar bike ku ev yek wezîfeyên me ne. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku niha li Rojhilata Navîn bi taybetî li herêma rojavayê Kurdistanê bûye hêvî ji gelan re, dê ji gelê Qibrisê re bê vegotin.”

Civîn bi dirûşmên ji bo piştgiriya şoreşgerî ya gelan bi dawî bû. LEFKOŞA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar