Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li qişleyê êrîş birin ser leşkerekî kurd

Çetîn Dogan (20) ku li navçeya Suloglû ya Edîrneyê li Fermandariya Tûgaya Piyadeyî ya 54’an leşkeriyê dike, li leşkeriyê bi êrîşa hin leşkeran re rû bi rû maye. Li gor agahiyên bi dest ketin, bûyer di 15’ê tebaxê de qewimiye. Ji ber ku Çetîn bi hin leşkeran re bi kurdî axiviye û perwerdehiya bi kurdî parastiye, leşkeran êrîş birine ser wî. Leşker bi tivinga HK33 li Çetîn dixin. Di êrîşê de serê wî û hin deverên din ên laşê wî derbê dixwin û hestiyê pozê wî û eniya wî jî şikiyaye. Piştî êrîşê Çetîn radikin nexweşxaneyê û tê emeliyatkirin.

Çetîn piştî tê tabûrcîkirin, li Enqereyê hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Serokatiya Serfermandariyê re pêk tîne. Lê belê tu tişt ji hevdîtinê dernayê. Li ser vê Çetîn bi destûr tê bajarê xwe Mêrdînê û têkildarî bûyerê li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê giliyê kesên tiliya wan di bûyerê de heye dike.

Çetîn di daxwaznameya xwe de ev tişt gotiye: “Roja bûyerê ez û hin hevalên xwe yên kurd leqayî hev hatin û me bi kurdî xeber da. Hin leşkerên bûn şahidê bûyerê êrîş anîn ser min. Ên êrîş anîn ser min qesda wan canê min bû.”

Çetîn di daxwaznameya xwe de xwest kesên êrîş birine ser wî bi sûcên ‘Helwdana ji bo kuştinê, derbkirin, birîndarkirina biqesdî, heqaret, gefxwarin, çêrkirin, cihêkariya zimên û nîjadê’  bên cezakirin.

Perwerdeya bi zimanê kurdî parastiye

Têkildarî êrîşa nijadperestiyê Çetîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Çetîn anî ziman ku niha 4 birayên wî jî ji mecbûrî li leşkeriyê ne û got ku li leşkeriyê terzî ye. Çetîn da zanîn ku beriya êrîşê leşkerên bi navê Y.K. û Û.K. dîtin ku ew bi leşkerên kurd re bi kurdî diaxive, leşkerên êrîşkar gazî wî kirine çûye cem wan û hinekî sohbet kirine û di sohbetê de mesele hatiye ser kurdan. Çetîn diyar kir ku di dema sohbetê de gotiye ‘Rihayî, şirnexî, wanî xwişk û birayên min in. Em hemû kurd in lê ji hev fêm nakin. Xwezî me perwerdehiya bi kurdî bidîta. Heger perwerdehiya bi kurdî hebûna me yê pir baş ji hev fêm bikira’ û anî ziman ku gava wisa gotiye leşkerên li cem wî bi çavekî din lê nêrîne. Çetîn got ku piştî sohbet qediyaye heman leşkeran dîsa gazî wî kiriye û wî birine cihekî ku kamera lê tunebûne.

‘Tiştekî plankirî’

Di axaftina xwe de Çetîn anî ziman ku Y.K. wî daye ber xeberdanê û wiha domand: “Di navbera min û Û.Y. de tu tişt û qayişkêşan çênebûbû. Gav min pişta xwe dayê got, ‘Tu yê hesabê şehîdan bidî.’ Çawa min pişta xwe dayê bi çekê li nav çavê min xist. 9 kêl li canê min xistin. Pozê min şikiya. Gava ketim erdê jî li min xistin. Parxanê min deririzye. Hîn jî diêşim. Ji ber ku bi pehînan li min xistine dewsa wan xuya nake. Ev kes beriya bûyerê 10-15 deqe bi hev re axivîne. Ev tiştekî plankirî bû. Bi qesdî kirin.”

Çetîn destnîşan kir ku kesekî ku wî nas nedikir ew ji nav lepên êrîşkaran derxistiye û wî rakirine nexweşxaneyê û diyar kir ku piştî nexweşxaneyê hatiye tabûrcîkirin cardin çûye qişleyê.

Çetîn anî ziman ku gava vegeriyaye ew û êrîşkaran leqayî hev hatine û got ku êrîşkaran der barê wî de ji fermandar re gotine ‘ew terorîst e’ û piştî vê fermandar jî li gor wê nêzîk bûye û tevgeriyaye.

Çetîn anî ziman ku piştî vê fermandarê bi navê A.A. jê re wiha gotiye: “Tu terorîst î, tu qeleş î, çawa te anîne xistine nav eskeran.” Çetîn da zanîn ku tenê efserekî bi navê T. xwedî lê derketiye, bi xêra wî sax filitiye û diyar kir ku paşê destûr wergirtiye û hatiye Mêrdînê.

Leşkerên kurd bi xetereyê re rû bi rû ne

Çetîn anî ziman ku paşê çûye Serokatiay Serfermandariyê û li wir rayedarekî jê re gotiye ‘Tiştekî ku ji destê me bê tuneye. Bûyer li darazê ye’ û ji bo tiştên hatine serê wî got ‘nîjadperestî’ ye. Her wiha Çetîn destnîşan kir ku li leşkeriyê leşkerên kurd bi xetereyê re rû bi rû ne.

Her wiha Çetîn tişta hatiye serê wî ragihandiye Navenda Ragihandinê ya Serokkomartiyê (CÎMER) e û jê re gotine lêpirsîn hatiye destpêkirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar