Di saetên serê sibehê de polîsan li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê bi ser malan de girt. Polîsan, di serdegirtinan de deriyên malan şikandin û hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, endama Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Saît Sirdaş binçav kirin. Hat hînbûn ku derbarê hin kesên din de jî biryar binçavkirinê heye.
Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. MÊRDÎN