Starta ‘Rojên Fîlman’ ku li Qoserê li 9 taxan wê bên nîşandan di 6’ê tebaxê de tê dayîn
Miduriyeta Çand û Hunerê û Miduriyeta Karên Civakî ku di bin banê Şardariya Qoserê ya Mêrdînê de dixebtin, bi armanca ji gel re xizmeta çandê bidin ‘Rojên Fîlman’ li dar dixin. Di çarçoveya bernameyê de dê li 9 taxan ji gel re vekirî fîlm bên nîşandan. Bername di navbera 6-7-8’ê tebaxê de her roj herî kêm li 3 taxan saet di 20.00’an de dê dest pê bikin. Şaredarî bi vê xebatê armanc dike ku bêhtir ji gel re xebatê bike.
Di çarçoveya bernameyê de wê fîlmên bi navê Meş, Reşeba, Biryareke Zor, Annemîn Şarkisi (Strana Dayika min), House Wîthout Roof û ji bo zarokan fîlmên anîmasyon dê bên nîşandan.
Bernameya fîlmên ku wê ji aliyê Miduriyeta Çand û Hunerê û Miduriyeta Karên Civakî ku di bin banê Şardariya Qoserê de dixebtin bê pêkanîn wiha ye:
* 6’ê Tebaxê
Li ber Mala Şînê ya Taxa Bahçelîevlerê: Meş
Li Taxa Turgut Ozal li Navenda Jiyan: Reşeba
Li Taxa Mezopotamyayê Li Navenda Tenduristiyê: Biryareke Zor
* 7’ê Tebaxê
Li Taxa Ersoylu: Annemîn Şarkisi (Strana Dayika Min)
Li Taxa Ataturk li Mala Şînê: Meş
Li Taxa Tepebaşi li Parka Mehmet Sîncar: Pînokyo xêzefîlm
* 8’ê Tebaxê
Li Taxa Cumhuriyetê li Parka 8’ê Adarê: Annemîn Şarkisi (Strana Dayika Min)
Li Taxa Îpekyouyê li Mala Şînê :Reşeba
Li Taxa Koçhîsarê: House Without Roof MÊRDÎN