Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Cumartesi - 12 Ekim 2024

Li qûntarê Çiyayê Mawayê etarê dawî!

Pêşketina çûnehatê û teknolojiye bandora etariyê jî nema. Etartî demên xwe dawî li gundên sêgoşeya Sêrt, Mêrdîn û Êlihê didomîne

Yek ji pîşeyê herî kevnar ên dîroka mirovahiyê etarî ye. Bi pêşketina teknolojî û wesayîtan re etarî jî mala xwe ji dîrokê bar dike. Yanî pîşe ango karê etariyê bi windabûnê re hevrû maye. Etar wek marketên mobîl ên gundan tên zanîn. Tesîra etariyê bi hilweşandin û şewitandina gundan ên di salên 1990’î de dest bi windabûnê kir. Etarên ku ji ber bêmirov hiştina gundan û pêşketina teknolojiye bandorek neyînî wergirtine, niha li hin gundên çolteran ango li qûntarên çiyayan didomîne.

Etar hêj diçin gundên li sêgoşeya Sêrt, Mêrdîn û Êlihê ku di salên 90’î de hatin valakirin û piştî 2000’î hin kes vegeriyan gundên xwe. Li van gundên qûntarê Çiyayê Mawayê etar dadikevin nav gundan. Etar cil, zexîre, tiştên xwarinê, pêlîstokan û tiştên paqijiyê û malan gund bi gund digerînin û difiroşin. Etar li hin gundan bi beramberî genim, nîsk, ceh û nokan tiştên xwe difiroşin gundiyan. Etarê bi navê Selahattîn Demîray (40) ê 20 sal in li wan gundan digere dide zanîn ku ew bi vî karî xwe di heman demê de çandek kevnare jî zindî dihêle.

Etarê dawî

Demîray ji navçeya Misircê ya Sêrtê ye û bi kamyontê etariyê dike. Demîray da zanîn ku bi valakirina gundan a salên 90’î re hejmara etarvanan kêm bûye û bi vegera însanan a salên 2000’î re hindik be jî etar dîsa xwe li ser pêya girtine.

Di axaftina xwe de Demîray got niha ew bi tenê li vê herêmê etariyê dike û anî ziman ku niha li wan gundên ew etariyê dike her dever di bin ava Bendava Ilisûyê de maye û ew ji niha şûn ve neçare biçe gundên nû ava dibin bigere.

Li gundan nifûs kêm bûye

Demîray diyar kir ku ew wek berê nikare tiştên xwe bifiroşe û wiha domand: “Bi koçberiya li gundan re welatî jî kêm bûn. Lê herî zêde lêçûyînên min bandorê li ser karê min dike. Bihayê mazotê gelek biha bûye. Carna em diçin gundên herî dûr û carna kîloyek şekir jî nafirioşin û dizivirin tên. Êdî bûye ku însan nikarin tiştekî bikirin. Mesrefên me jî zêde bûye. Heta qeweta min têr bike ez ê vê pîşeya xwe bidomînim.”

Her wiha Demîray got ew li hin gundan bi deyn dixebite û beramberî tiştên difiroşe jî genim, ceh û nîskan distîne û da zanîn ku li gundan herî zêde jî zarok ji bo çûyîna etarokan kêfxweş dibin. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar