Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li qursa Quranê ya li Mûşê zarok rastî êrîşên zayendî tên

Piştî ku zarokê 12 salî M.H.Y. li qursa Quranê hatibû darvekirin, derket holê ku li qurseke din a Quranê jî êrÎşa zayendî li zarokan hatiye kirin

Li qursa Quranê ya li Taxa Karşiyakayê ya Mûşê zarokê 12 salî M.H.Y. li destikê deriyê tiwaletê hatibû darvekirin. Malbata zarok diyar kir ku zarokê wan xwe nekuştiye hatiye kuştin.

Li qursên Quranê yên li bajêr tu kontrol tune û li qursan îstîsmarên zayendî û xwekuştin zêde bûye. Li gorî gotinên gundiyan ser gelek êrîşên zayendî tê girtin.

Li gundê Kodê ya Korkûta Mûşê sala borî li qursa Quranê êrîşên zayendî hatibû kirin. Bi sedan zarok diçûn qursê û êrîşa zayendî li sê zarokan hatibû kirin. Piştî bûyerê gelek malbatan zarokên xwe ji qursa Quranê girtin. Îdîayeke din a gundiyan ev e ku bi gotinên ‘Em perwerdehiya lîseyê didin’ zarok tên xapandin û wan dibin qursa Quranê. Li gorî gotinên gundiyan li qursên Quranê gelek êrîşên zayendî tê kirin û zarok cesaret nakin ku qala bûyerê bikin.

Yek ji van zarokan ji diya xwe re qala rewşê kir. Piştî gotinên zarok xoceyê qursa Quranê ya 22 salan hat girtin û ew şandin Girtîgeha Mûşê.

Ev bûyer ji çapemeniyê hate veşartin û zext li malbatê hate kirin. Malbatê dema ku serî li Muftîtiya Bajêr a Mûşê da, rayedarên Muftîtiyê got ‘Va ye zilam hatiye girtin, ma hûn çi dixwazin? Vê meseleyê jî dirêj nekin.’ Dema ku zarokê bi navê D.K. li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand, zext li malbata wî hate kirin û ew parvekirin hate rakirin. Gundiyên ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin xwestin ku bila mudaxeleyî qursa Quranê were kirin.

Li qursa Quranê nêzî 500 zarok hene û tirba Şêx Yûsûfî Kodî jî li wir e. MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar