Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Li Reqayê firina herî mezin tê vekirin

Desteya Aborî ya kantona Reqayê firina ‘Tişrîn’ ji nû ve vedike. Ev firin li bajêr a herî mezin e.

Desteya Aborî ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê plansaziya 2023`yan didomîne. Ji nû ve vekirina firina “Tişrîn” jî di plansaziyê de ye. Hindik maye ku xebatên vekirinê bi dawî bibin ku ev firin li bajêr a herî mezin e.

Di pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, firin bi temamî wêran bûbû. Ji bo sivikkirina bar li ser firinên din, Desteya Aboriyê dest bi xebatên vekirina wê kiriye.

Çavdêrê projeyê Mihemed Malûd têkildarî mijarê got: “Me ji navîna 2023`yan ve dest bi vê xebatê kir û çaverê ye heta çend rojan bi dawî bibe.”

Kapasîteya firinê rojane nêzî 25 tonan e û dê nan ji nîvê şêniyên Reqayê re peyda bike.

Malûd destnîşan kir ku piştî vekirina firinê dê hewl bidin xeteke din di firneyê de vekin ji bo ku barên şêniyan siviktir bibe.

Desteya Aborî ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê beriya wê jî Firina Ferdûs 23`yê sibatê û Temwînê sererast kiribûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar