Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Reqqayê goreke din a komî hate dîtin

Tîma Destwerdana Bingehîn li Reqqayê gorê komî yê 14’an jî vekir. Di her gorekî li Goristana Fixeyxayê de 12 heta 13 cenaze hatine veşartin. Di gorên komî yên heta niha yên li Reqqayê de 4 hezar û 500 cenaze hatine derxistin

Tîma Destwerdana Bingehîn ji roja destpêka rizgarkirina Reqqayê heta niha cenazeyên ku çeteyên DAIŞ’ê di gorên komî de veşartibûn, derdixînin. Di çarçoveya xebatan de hejmara gorên komî yên ku heta niha li Reqqayê hatine dîtin, derket 14’an.

Tîma Destwerdana Bingehîn 632 cenaze ji gorên komî yên El Fixeyxa derxistin. Piştî meha Remezanê Tîma Destwerdana Bingehîn dest bi derxistina cenazeyan ji gorên komî yên li goristana Miasker El Telayê kirin. Di her gorekê de 12 heta 13 cenaze hatine veşartin. Bi vê yekê re hejmara giştî ya cenazeyên ku ji bajêr hatine rakirin, gihaşt 4 hezar û 500 cenazeyî.

Têkildarî mijarê berpirsê Tîma Destwerdana Bingehîn Yasir El Xemîs ev agahî dan: “Li gorî ku şênî dibêjin, ev gor ji bo kesên ku li qadan hatine darvekirin re hatiye veqetandin. Heta niha hezar û 500 malbatên ku zarokên wan hatine windakirin, daxwazname ji me re şandin. Heta niha tenê 46 cenaze li goristana El Fixeyxaye hatine dîtin. Dema ku xebatên me yên li gorên El Telayê bi dawî bû, em ê dest bi derxistina cenazeyan ji goristana di nav bera her du piran de bikin.” REQQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar