Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Rewandizê peykerê Werdaş

Li bajarokê Rewandiz perde li ser peykerê bi navê Mistefa Îbrahîm  ku di nav gel de wek Xoşewîst Werdaş tê bi navkirin hate rakirin

Li bajarokê Rewandiz ê Hewlêrê bi merasîmekê perde ji ser peykerê Werdaş hate rakirin. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Her wiha erka parastina peyker dan şaredariyê.

Peykerê Mistefa Îbrahîm ê ku bi navê Werdaş tê naskirin e. Di sala 1954’an de ji dayik bûye. Ji ber sedema derûniya wî xera bûye, ji sibehan heta seatên dereng ên êvarê kuçe û kolanên Rewandizê bi dildarî paqij dike. Ji ber ku Mistefa di nav xelkê Ruwandizê de gelekî tê hezkirin, jê re dibêjin ‘Werdaş’  ango heval û dost.

Aramî û gotinên xweş ên Werdaş li Rewandizê tên hezkirinê. Ev hezkirin jî bû sedem ku peykerê wî li wir were çêkirin. Her wiha ji aliyê gelek kesan ve tenduristiya wî tê çavdêrîkirin.

Werdaş bi xwe beşdarî merasîma danîna peyker bû. Lê ji ber ku rewşa tenduristiya wî dest nedida, nekarî biaxive. Hebiye Xidir ê ku Werdaş xwedî dike di merasîmê de axivî û di serî de spasiya welatiyan kir û ji ber peyker kêfxweşiya xwe anî ziman.

Piştî rakirina perdeyê ji ser peyker, Rêveberê Peymangeha Hunerên Xweşik axivî û wiha got: “Bi şanazî em vî peykerî li cîhanê didin nasîn. Em parastina peyker jî didin şaredariya Rewandizê.”

Tê gotin ku Werdaş berê şivan bûye û ji keça xwediyê pez  hez kiriye, lê keçik nedanê ji ber wê jî rewşa wî ya derûnî xerab bûye. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar